Rojane Zêdetir Ji 7 Hezar Kes Tûşî Vayrosa HIV Dibin

21:38 - 7 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Nûçegihaniya ÎLNA belav kir ku rojane li seranserê cîhanê de zêdetir ji 7 hezar kes tûşî vayrosa HIV dibin.


Navenda Hevahengiya Bernameya Hevpar ya Saziya Netewên Yekbûyî Ragihand li halekê de ku rêjeya tûşbûn bi nexweşiya îdzê li çav salên borî ji sedî 19 jêrde hatiye û dîsan bi vê hale jî heta sala 2009-an li sernaserê cîhanê zêdetir ji 2 milyon kes tûşî vê nexweşiyê bûne.

Hêjayî gotinê ye ku li sala 1999-an de 1/3 milyon kes tûşî vê vayrosê hatibû.

Vê navedê herwiha ragihand ku dixwazin bi hewl û çalakiyên xwe asta han di salên pêşîn de bigijînine ji sedî sifirê.

Navenda Hevahengiya Bernameya Hevpar ya Saziya Netewên Yekbûyî herwiha di raporekê de ragihandiye ku di sala 2009-an de li Îranî, nêzîk bi 37 hezar zarokên xwedî vayrosa HIV ji dayîk bûne û ev aste li hember sala 2004-an ji sedî 24 jêrde hatiye.

Salane zêdetir ji 60 hezar jinên ducanî bi sedema nexweşiya îdzê li sernaserê cîhanê de cane xwe ji dest didin.

Li gor serjimêriya Navenda Îdznasî li Cîhanê de heta sala 2009-an li seranserê cîhanê de 33 milyon kes hilgirê vê nexwşiyê bûne.


Li gor serjimêriyên herî dawîn heta Tîrmeha îsla 23 hezar û 125 kes ku hilgirê vê vayrosê ne, li Îranê de hatine naskirin.
Hîjayê gotinê ye ku serjimêriyên han ji aliyê Navenda Hevahengiya Bernameya Hevpar ya Saziya Netewên Yekbûyî ve hatiye ragihandin û renge jimara kesên tûşbûyî gellek ji jimara berdest zêdetir bin. Lê seba ewê ku hinek welat amade nînin serjimêriyên rast û durust bidin navendên han, lewra serjimêriya durust nahê zanîn.