Roja Înê, Bi Xwîntirîn Roj Li Sûriyê

12:49 - 5 Şibat 2012
Kurdpa: Saziya Mafê Mirovan li Sûriyê ragihand ku arteşa wî welatî bi êrîşa Xumpareyan bo ser bajarê Hems rojek pir ji xwîn afirand ku li encam de tenê di wê bajarê de zêdeyî 217 kes hatin kuştin û nêzîk bi 700 kesên din birîndar bûn.

Malpera Dowêçiwêke li raporekê re derheq vê êrîşê dibêje:\" Piştî êrîşa duh jimara kuştî û birîndaran li bajarê Humsê gihîşte zêdeyî hezar kesan û li gor çavkaniyên navxweyî jimara kuştiyên roja Înê yên gişt bajaran zêdeyî 300 kesan bû.\"

Kuştin û pevçûn li Sûriyê roj bi roj zêde dibe û eva di halekê de ye ku Rûsiye û Çîn li Şêvra Ewlehiyê de ne ligel pejiranidna biryarnameya dijî hikûmeta Sûriye ne.