Riza Xocestê ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê bi awayê mercdar hate berdan

16:47 - 11 Çirriya paşîn 2020

Roja Sêşemî 20ê Xezelwerê, “Riza Xocestê” hepsiyê siyasî ji girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê, bi awayekî mercdar hate azadkirin.

Roja Înê 23ê Cozerdanê, ew hepsiyê siyasî hember “veguhastina wî bo benda kedkaran û liberçavnegirtina cudakirina tawanên wî” hewla xwekujiyê dabû.  

Ew hepsiye di heyama binçavkirinê de, çend cara bi sedema cudanekirina tawanan nerizayetî nîşan da.

“Riza Xocestê” meha Sermawez a sala 1397an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û zivistana heman salê ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokayetiya dadwer “Şêxlû” bi tohmeta “endamê girûpa Rîstart” bi 5 sal hepsa teizîrî hatibû cezadan.

Ew welatiye bi sedema nerizayetînîşandan bi wê cezayê, cezaya wî bo 3 sal û 9 mehan hate kêmkirin.