Riza Şerîfî ê Bokanî bo zîndana Recaî Şehrê hat vegohastin

12:30 - 28 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Zîndaniyek siyasî ê Kurd, piştî mehekê eşkence û reftara xirab a karbidestên zîndana “Êvîn”a Tehran jibo zîndana Recaî Şehrê hat vegohastin.

Li gor rapora ajnasa nûçegihaniya kurdpa û li ziman çavknaiyek haydar di nawa zîndana Recaî Şehr a Kerecê, roja Sêşem 27’ê Şibatê, Rza Şerîfî ê bokanî li benda 209’a zîndana “Êvîn”ê bo benda 4 a salona 12 ya zîndana Recaî Şehrê hat vegohastin.

Girtiyê siyasî ê Kurd 27’ê Çileya Paşîn a 2013’an ji aliyê hêzên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê li zîndana Recaî Şehr a Kercê jibo benda 209’a girtîgeha Êvînê hatibû vegohastin û di heyamê han de 14’rojan dest bi gireva birçî bûnê kiribû.

Çavkaniyê xuya kir ku Riza Şerîfî çendîn caran ji aliyê hêzên ewlekarî bi xurtî hatiye eşkence kirin û dosiyek din jî jibo vî hatiye çêkirin.

navbirî li dosiyeya nû de seva pêywendî li gel medyayên derveyî welat û têkdana bîr û hizra giştî hatiye tawanbar kirin.

Riza Şerîfî seva hevpêvîn tevî mêdyayên derveyî welat û bi taybeta li gel Ehmed Şehîd (çavdêrê Mafê mirovan yê Netewên Yekgirtî lî Îranê )di yek ji bernameyên dengê Amrîkayê de, heyamê çend mehanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê di bin zext û givaşê de ye.

Riza Şerîfî ê Bokanî di sala 2011’an ji aliyê hêzên dewleta Îranê hat girtin û paşê di liqa 15’an a dadgeha Şoriş a Tehranê bi tawana “Hewildan li dijî Tenhiya Netewî”bi 3’sal û 6 mehan hepsê hat mehkûm kirin.