Riza Şerîfî Bokanî ji girtîgehê hat berdan

20:09 - 15 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: Riza Şerîfî Bokanî, girtiyê polîtîkiyê Kurd paş derbas kirina midê hewsa xwe ji girtîgeha Recayî Şehra Kerec hat berdan.

Yekik ji girtiyên li Recayî Şehra Kerc xêncî piştrast kirina vê nûçe, bi ajansa Kurdpa ragihand: Riza Şerîfî Bokanî sibê zûya roja sêşem, 22ê heyva Gelawêj, paş hindê ku bi caran ji aliyê ajanên asayişê hate bang kirin û qewl jê sitandin û şûn tilî pê dan mor kirin ku xwe ji xebata siyasî dûr bigre, ji girtîgehê hat berdan.

\"14652.jpg\"
Riza Şerîfî Bokanî, girtiyê polîtîkiyê Kurd paş derbas kirina midê hewsa xwe ji girtîgeha Recayî Şehra Kerec hat berdan.
Riza Şerîfî Bokanî bi hegera hevpeyvîn tev ragihandinên derî welatê Îran û bi taybet tev Ehmed Şehîd li yekik ji programên TV dengê Amerîka, midê çend heyvan ji aliyê hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê de li bin bandor û guvaşê de bû.

Ev girtiyê siyasî li vê barê de caran birine oda tekekesî yên girtîgeha Êvîn de bi heyvan ragirtine.

Riza Şerîfî Bokanî li sala 1389ê ji aliyê hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê hatiye girtin û paşî şaxa 15a dadgeha şorişa Tehran bi tawana” hewldan diji asayişa netewî” midê 3 sal û 6 heyv hewsa teizîrî bo birîn.