Riza Şerîfi bi şaxa cîbicî kirina hukmên dadgeha Bokan hate bang kirinê

12:14 - 22 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: dadgeha giştiya şarê Bokan welatiyik Kurd ji xebatên siyasî xwe bi dûr girtinê ferman da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, îro sibêzû şaxa cîbicî kirina hukmên dadgeha Bokan, Riza Şerîfî, bang û hereşe lê kirin.

Raportêrê Kurdpa li Bokan xêncî erênî kirina bang kirina wî welatiyê Kurd bi dadgehê ragihand: îro 2 heyv ji berdana merciya Riza Şerîfî derbas bûye û şaxa cîbicî kirina hukmên dadgehê bi bang kirina wî, daxwaziya qut kirina her cur xebata siyasî û hevpeyvîn tev ragihandinên derî welat jê kir.

\"16176.jpg\"
Riza Şerîfî
Li vê bang kirinê de, Riza Şerîfî Bokanî, kete ber hereşa hindê ku dema xebata siyasî bike, dosya pêşde ya wî ser hevpeyvîna vî te Ehmed Şehîd li rêka ragihandinên biyanî, yê dosye bê wekirin.

Dezgeha cîbicî kirina hukman bi standina peymana nivîskî ji vî girtiyê siyasî yê pêş, ev dane ber hereşa bo nekirina xebatên xwe yên pêşîn.

Riza Şerîfî Bokanî roja 22ê heyva Mordada îsal paşî 3 salan girtinê ji girtîgeha Recayî Şehr ê Kerec bi forma mercî hatibû berdanê.

Şaxa 15a dadgeha inqilaba Tehran, ev bi tometa “ xebat dijî asayişa netewî” bi 3 sal û 6 heyv hews mehkûm kiribû.