“Reza Tehmasibî” endamê Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan- Sine û Kelaterzanê hat binçavkirin

19:37 - 21 Hezîran 2022

Roja Duşemî 30`ê Cozerdanê, “Reza Tehmasibî” çalakvanê sinfî yê mamosteyan û endamê Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan- Sine û Kelaterzanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew çalakvanê sinfî binçavkirine.

Bi jimardina binçavkirina wan çalakvanên sinfî, heta niha 5 endamên Encûmena Sinfî yên Mamosteyên Kudistan- Sine û Kelaterzanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirina “Reza Tehmabibî” ti zaniyariyek serrast ji ber dest nîne .

“Reza Tehmasibî, Xeyas Ni`metî, Selah Hacîmîrzayî, Mihemedreza Muradî û Bêhzad Qewamî” nasnameya wan 5 mamosteyên binçavkirî yên bajarê “Sine” ne.