RÊYÊN MERÎWANÊ JIYANA WELATIYAN DISITÎNIN

15:57 - 4 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Ne Istandardiya rêyên sînorê Başmax a Merîwanê, dibin sedema Jiyan dayîna xelkê wê herêmê.

Pêka rapora Kurdpayê, Roja bihorî kesek bi navê “Hîwa” xelkê gundê Kolanê di bûyerek hatin û çoyînê de Jiyana xwe ji dest daye û kesek din bi navê “Mihemed Îrecî” xelkê gundê “Sêva Sor” a Merîwanê di heman bûyerê de birîndar bûye.

Çavkaniyekî ji kurdpayê re gotiye: Di Du Heftiyên bihorî de 6 kesan li ser rêyên Merîwan Başmaxê Jiyan dane.

Heyvekî beriya niha jî di heman rêyê de 3 kesan can da û 2 kes jî birîndar ketin.

Pêka raporan, li Îranê û b xasmanî li Kurdistana Îranê can dayîna seva bûyerên hatin û çoyînê bûye qeyranek ji bo musafiran.