Rêxistina Lêborîna Navneteweyî rexne ji girtina dubare ya Golrox Îbrahîmî digre

14:41 - 26 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Lêborîna Navneteweyî bi belavkirina daxuyaniyekê, girtina Golrox Îbrahîmî rexne kiriye û daxwaz kiriye ku ev sebest bê berdan.

Li gor nûçeyên belavbûyî, Areş Sadiqî piştî 71 rojan gireva birçîbûnê, dema ku hevjîna wî serbest hatibû berdan, gireva xwe şikandibû, lê piştî girtina dubare ya Golrox Îbrahîmî, wî careke din dest bi gireva birsîbûnê kiriye.

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî, daye zanîn ku, Golrox Îbrahîmî tu tawanek nekiriye ,wê tenê nivîsek li ser sengsarkirinê di deftera xwe de nivîsandiye.

Golrox Îbrahîmî roja Yekşemiyê, ji aliyê me`mûrên (endamên) Spaha Sar Ellah ya Tehranê ve, bo domandina hepsa xwe , ev veguhastine girtîgeha Êvînê.

Fîlîp Lûter, lêkolerê mafê mirovan û berpirsê Rêxistina Lêborîna Navneteweyî,di Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, di derheqê girtina Golrox de gotiye: Girtina Golrox ji aliyê Spaha Pasdaran ve tiştek e, ku nayê pejirandin, û ev yeke dadperwerane nine.

Navbirî daye zanîn, ku ev her du kesene li ser xebata parastina mafê mirovan hatine girtin, divê berpirsên Îranê wan her dukan serbest berdin, ji berku wan tu tawanek nekirine, û ev yeke mehkûmiyeteke dadperwerane nine.

Fîlîp Lûter, berpirs û rêveberên dezgeha dadweriyê bi tundî rexne dike, û daye zanîn ku wan canê Areş Sadiqî bi dîl girtiye.

Areş Sadiqî çalakê siyasî bi hevjîna xwe re di sala 1393`an de ji aliyê biryargeha “Sar Ellah” a îtila`ata Spahê ve bi tawana ku wan piropaganda li dijî rejîmê kirine destbiser kirine, û ji wan re 15 sal û 6 meh siza hatiye dayîn.