Rewşa Xirab ya Girtiyên Kurd li Girtîgeha Kirmaşanê

15:31 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê meha Remezanê de berpirsyarên girtîgeha “Dîzêl Abad”ya Kirmaşanê zext û giwaşên xwe bo ser girtiyên Kurd zêde kirine.


Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, rewşa girtiyên girtîgeha “Dîzêl Abad”ya bajarê Kirmaşanê li destpêka meha Remezanê rû li xirabiyê kiriye û berpirsyarên girtîgehê li rojekê de tenê nan û nîwekê bi her girtiyekê didin.

Reşwa han li demekê deye ku berpirsyarên zîndanê tenê xwarina nîvro û sibêdan bi girtiyan naden û li heman demê de bi çendî beraber xwarinê bi zîndaniyan difiroşin û bi vê yekê girtî tûşî birsîbûnê hatine.

Girtîgeha Dîzêl Abad ya Kirmaşanê li 9 bendan pêk tê û 2 heya 3’ê hezar zîndanî li vê girtîgehê de hatine ragirtin ku ji wan 300 kes girtiyên siyasî ne û her wisa 500 kes ji wan bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.

Her wisa roja 9’ê Tîrmehê 3’ê welatiyên Kurd li girtîgeha Dîzêl Abad ya Kirmaşanê hatine darvekirin û bi vî awayî amara darvekiriyên Kurd li destpêka îsal heya niha bûne 11 kes.