Rewşa xirab ya azadiya ramanê, di saziya NY de hate nîqaşkirin

21:31 - 19 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv, di 38.mîn civîna Şêvra Mafê Mirovan ya Saziya NY de, rewşa azadiya ramanê di Kurdistana Îranê xirab ragehand.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemî 28`ê Cozerdanê (18`ê Hezîranê) “Teymûr Elyasî” nûnerê Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistana Îranê-Jinêv di civîna 38.mîn a Şêvra Mafê Mirovan ya Saziya NY di Jinêvê de, derheqê siyasetên serkutkarane yên hikûmeta Îranê, û rewşa xirab ya azadiya ramanê, û nebûna azadiya mafê civînan di Kurdistana Îranê de, axivî.

Navbirî di axavtinên xwe de got ku: Hikûmeta Îranê ji bo azadiya ramanê û azadiya civînan di Kurdistana Îranê de sînorên tund diyarî kirine, û bi fîltirkirina torên civakî û bi çavdêrîkirina van ji aliyê Îdareya Îtila`ata Kurdistana Îranê van kiryarên xwe didomîne.

Nûnerê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv di Saziya NY de ev yeka jî zêde kir ku:
Rojnamevan û çalakvanên medyayî û torên civakî yên di Kurdistana Îranê de tên hepskirin, û herwiha civînên aştîxwazane yên di Kurdistanê de bi tundtirîn rengên mumkin têne serkutkirin.

“Teymûr Elyasî” di axavtinên xwe de îşare bi nerazîbûnên xelkê Îranê di meha Befranbara sala derbazbûyî di Kurdistana Îranê, û heriwha girevgirtina bazariyên bajarê Bane derheqê nîşanda nerazîbûna xwe li hemberî daxistina sînorên bajarên Kurdsitanê kir.

Vî çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd îşare bi metirsiya îdamkirina “Ramîn Husênpenahî”, û nigeraniya xwe derheqê îmkana îdamkirina vî girtiyê siyasî yê Kurd kir.

Nûnerê Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv, ji reportêrê taybet yê Saziya NY û Şêvra Mafê Mirovan daxwaz kir ku, ji hikûmeta Îranê daxwaz bikin da ku îdamkirina çalakvanên Kurd bisekinînin, û girtiyên siyasî yên Kurd jî azad bike.