Rewşa tenduristiya “Bêhzad Mehmûdî” dijwar hate ragihandin

18:08 - 19 Gulan 2021

Rewşa tenduristiya “Bêhzad (Mihemed) Mehmûdî”, penaberê siyasî yê xelkê bajarê Bokanê ku roja derbasbûyî li ber derê ofîsa nûneratiya saziya netewên yekgirtî li bajarê Hewlêrê li paytexta Herêma Kurdistanê agir berdabû cesteyê xwe, gelek dijwar hatiye ragihandin.

Ew penaberê siyasî, bo nexweşxaneya “Îmêrcênsî” ya ser bi bajarê Hewlêrê hate veguhastin û pizîşkan rewşa tenduristiya wî “gelek dijwar” ragihandine.

Bêhzad Mehmûdî roja Sêşemî 28`ê Banemerê, li ber deriyê Ofîsa Nûneratiya Saziya Netewên Yekgirtî di bajarê Hewlêrê de mangirtibû û bi nîşandana nerizayetî xwe li derheq bersivnedana berpirsên wê ofîsê li derheq daxwazên xwe, agir berda cesteyê xwe û rêjeya şewitandina navbirî %90 hatiye ragihandin.

 “Bêhzad Mehmudî” endamê rêkxistina Xebat a Kurdistana Îranê ye.