Rewşa tendirustiya “Peyman Gulabî” nebaş hatiye ragihandin

18:07 - 19 Çirriya pêşîn 2022

“Peyman Gulabî” temen 28 salî û dixtorê ajelan û xelkê bajarê Mehabadê ye, êvareya roja Çarşemî 20`ê Rezberê, bi sedema teqeya hêzên ewlehî hat birîndarkirin û piştî lêdan û îşkenceyek zêde, hat binçavkirin.

Çavkaniyeke agehdar li derheq rewşa tendirustiya “Peyman Gulabî” bi ajansa “Kurdpa”yê re ragihand: Rewşa tendirustiya navbirî nebaş e û niha li girtîgeha Îtila`ata Spahê di bajarê Mehabadê de ye.  

Herwisa “Aso Gulabî” birayê Peyman ku rûniştiyê welatê Norwêjê ye ji rêya vîdyoyekê ku bo cara yekem li “BBC”yê hat belavkirin, ragihandiye ku hêzên ewlehî li yek ji şeqamên nêzîk ên mala wan ji piştive bi çeka nêçîrê teqe ji peyman kirine.

Pêka gotina şahîdan, hêzên ewlehî piştî birîndarkirina wî welatiyê, bi awayek dijwar navbirî dane ber lêdan û îşkenceyê.

Herwisa “Aso Gulabî” got: Tu kesek ji qedera birayê min agehdar nîne heta paşnîvroya roja Înê, wezîfedarek digel malbata min peywendiyê digre û bi wan re radigihîne ku serdana nexweşxaneya bajarê Mehabadê bikin û piştî dana pereyê nexweşxanê, termê Peyman verbigrin.

Birayê Peyman ragihand: Malbata min perê nexweşxanê didin lê ti tiştek bi wan re nayê dayîn û bi wan re gotine ku lêre nemînin û serdana Îtila`atê bikin. Piştre malbata min agehdar dikin ku Peyman bo bajarê Urmiyê tê veguhastin û piştre bo nexweşxaneya bajarê Miyandavê hatiye veguhastin.

“Aso Gulabî” herwisa da zanîn ku, paşnîvroya roja Şemî digel malbata min peywendî girtine ku bona dana xercê nexweşxanê serdana nexweşxaneya bajarê Miyandavê bikin, piştî ku çûne nexweşxana Miyandavê bi wan re gotine ku Peyman sax e û ji Îtial`ata Mehabadê verbigrin.

Di dawî de “Aso Gulabî” pêka gotina şahîdekê da zanîn ku herdu pêyê Peyman û destê rast, çen, henek, didan, ser û difna wî şikestine û 15 saçme ber cestê wî kevtine.