Rewşa tendirustiya hejmarek ji girtiyên girtîgeha Urmiyê nebaş e

12:03 - 23 Kanûna pêşîn 2021

Li roja Duşemî 28`ê  Xezelwerê, hejmarek ji girtiyên siyasî û eqîdetî ên li girtîgeha bajarê Urmiye li hember veguhastina wan bo benda nû a “Zêde Ewlehi”yê, dest avêtin bi gireva birçîbûnê û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, girtiyên siyasî ên ku dest avêtine bi girevê ew in: Sîrwan Husênî Esil, Salam Husênî Esil, Mihemmed Husênpûr, Muxtar Îbrahîmî, Tahir Husênzade, Hamid Qere Oxlanî û Serdar Ozmişe.

Hêjayê basê ye; Ev girtiyên han ji ber daketina zexta wan rewşa tendirustiya wan nebaş hatiye ragihandin.

Vê çavakiyê ev yek jî zêde kiriye û gotiye: “Keyhan Mukerem jî, yek ji wan girtiyên di nav rêzên girevê  de ye ku rastî nesaxiya gurçikan hatiye û rewşa gurçikên wî nebaş e.

Herwisa wê çavkaniya haydar daye zanîn: “Berpirsên girtîgehê ji girtiyan re daxwaz kirine da ku dawî bi gireva birçîbûnê bînin  û herwisa tekezî kirine ku ev dê wan ji benda nû a “Zêde Ewlehi”yê bo bendên din veguhazin.

Navê girtiyên siyasî yên li girtîgeha bajarê Urmiye ku dest avêtine bi gireva birçîbûnê wuha ne: Sîrwan Husênî Esil, Saman Husênî Esil, Mihyedîn Taze Varid, Davûd Cebarî, Emîn Dilnişîn, Yasir Şerafedînî, Xalid Fireydûnî, Erselan Xwedkam, Husên Osmanî, Mihyedîn Mela Îbrahîmî, Dara Reşîdî, Keyhan Reşozade, Kamran Qasimî, Kamil Seydan Mesiken, Enver Çalişî, Mihemmed Se`îdî, Tofîq Ebdulahî, Mihemmed Husênpûr, Xosrew Zirstan, Seyîd Aram Emîn El-Îslam, Ferşad Fetahî, Hamid Elîmihemmed Mişkove, Muxtar Îbrahîmî, Rehmet Deryabende, Siyaveş Cewan, Muhsên Mihalî, Tahir Husênzade, Bêhzad Telayî, Hêmin Çavişîn, Bêhroz Biraxas, Hoşeng Çimen Bira, Hidayet Solêmanzade, Nayîb Eskerî, Elî Mihemmed Muqedem, Ebdulezîz Gulmihemmedî, Hamid Qere Oxlanî, Serdar Ozmişe, Mihemmed Bîrdil, Esed (Sakar) Eyînî, Mihemmed Hoşengî, Mihemmedfatih(Saman) Samanî, Fîroz Mosalû, Şakir Bêhrozî Dîzec, Kêyhan Mukerem, Hatem Ozidemir û Mehdî San`i Ferşî”.