Rewşa tendirustî ya girtiyekî Kurd bi sedema girevgirtinê nebaş e

11:07 - 23 Şibat 2020

Rewşa tendirustî ya girtiyekî Kurd ê bi navê “Selam Merdan” ê 28 salî û kurê Xalid û xelkê gundê “Sewce” a girêdayê bajarê Şinoyê bi sedema girevgirtinê nebaş e.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew girtiye bi sedema girevgirtina birçîbûnê, rastî bêhêzbûna leş hatiye û berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê jî guh nadine rewşa wî.

Roja Şemî 12`ê Rêbendanê, “Selam Merdan” bi sedema rohinnebûna qedera wî dest avêtibû bi girevgirtina birçîbûnê, ew girtiyê Kurd heya niha heft caran bo dadgehkirinê, bi tohmeta “endambûn di yek ji Partiyên dijber de” bo taya 2 a dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê veguhastin e û heya niha ti cezayek ji bo wî nehatiye danê.

Hêzên Îtila`atê roja 8`ê Xezelwerê ya sala 1397`an ew welatiyê Kurd li ser cihê karê wî bibnçav kirin, û navbirî bo cara yekem di roja Duşemî 3`ê Befranbarê a sala 1397`an, karî bo heyama 10 xûlekê digel malbata xwe hevdîtinê bike.