Rewşa nexuya ya 6 welatiyê destbiser kirî yên Merîwanî piştî 2 mehan ji girtina wan

14:51 - 20 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: ji çarenivîsa 6 welatiyên girtî yên Merîwanî piştî pitir ji 3 mehan nexuya ye û çi zaniyariyek li ser rewş û cihê ragirtina wan li berdest de niye.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, li meha Adaraê de Faruq Rehîmzade kurê Arif û xelkê gundê dereveran, Xelîl Şêrzadî kurê Osman û xelkê gundê Kêkin,Ebdullah Gulşen kurê Mihemed Emîn û xelkê gundê Qolqole û Hêmin Rahîmzade xelkê gundê Kanîdînar ya bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê welatiyên han bi kuştina endamek Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê yê binavê Îbarahîm Mihemedî tawanbar kirine û dest bi ser tirombêla Faruq Rehîmzade û Xelîl Şêrzadî de girtine.

Tê gotin ku hêzên Îttlatî jin û mêrek dinê yê xelkê bajarê Merîwanê girtine ku heya niha nasnameya wan nehatiye zanîn.

Li meha reşemeya sala bihûrî de kesek binavê Îbarhîm Mihemedî naskirî bi “Bile Qerecî” kurê Elî derwêş Husên û xelkê gundê “Berwer”ya ser bi herêma “Kelaterzan”a bajarê Sinê bi destê kesên nenas hate kuştin.
Navbirî yek ji caş û qurciyên dewleta Îranê li herêmê de bû û gelek bêrêzî bi xelkê Kurd dikir.

Ji aliyek din du welatiyên Merîwanî binavên “Elaêdîn Cemşîdî” û “Hejar Muradî” ku pitir ji 20 rojane li nêzîk gundê Bêsaran ya ser bi herêma Merîwanê hatine girtin, hêj çi nûçeyek li ser rewşa wan û cihê ragirtina wan nehatiye bilav kirin.