Rewşa neasayî di girtîgeha Urmiyê de hatiye ragihandin

11:37 - 4 Adar 2020

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê û veguhastina çend hepsiyan bo nexweşxanê, berpirsên girtîgeha navendî a bajrê Urmiyê rewşa naeasayî di wî girtîgehê de ragihandin.

Pika gotina çavkaniyeke agehdar, piştî ku rewşa neasayî hatiye ragihandin, fezaya girtîgeha Urmiyê bi awayekî tûnd hestiyar û metirsîdar bûye.

Roja Sêşemî, 13`ê Reşeme, hepsiyek bi navê “Selman Silêmannijad”, bi şika tûşbûyê vîrûsa koronayê li benda 3 û 4 a girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê bo nexweşxaneya derveyê girtîgehê veguhastin.

Roja Duşemî, 12`ê Reşemê, hepsiyeke Sonî mezheb ê bi navê “Mihemed Qenberdost” û kurê “Ebûbekir” bi şika vîrûsa Koronayê li benda hepsiyên siyasî a Urmiyê, bo nexwşxaneya derve a bajarê Urmiyê hate veguhastinş.

Di vê derheqê de, roja Înê, 9`ê Reşeme, hepsiyek bi navê “Mihemed Resûlî”, digel du hepsiyên din li benda ciwanan a girtîgeha Urmiyê bo ceribandina vîrûsa Koronayê, bo derveyê girtîgehê hatibû veguhastin.

Herwisa, roja Pêncşemî, 8`ê Reşeme, yekek ji hepsiyan dii benda 14 de, ê binavê “Reşîd” ku tûşbûyî vîrûsa Koronayê bû, ji aliyê perestarên bêhdariya gitrtîgehê ve bo nexweşxana derveyê girtîgehê hatibû veguhastin.