REWŞA JIYANÊ LI NÊRÎNA ÇALAKEK KEDKARÎ VE

21:24 - 25 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Çalakek Kedkariyê dibêje 75 ji Sedî a Hêzên Kedkare Îranê seva Kêmiya Dahat, di rewşek ne baş de ne.

Nûnerê Kedkaran di Hey’eta Îxtilafê de dibêje: niha 50 ji Sedî a Hêzên Kedkar li ser karê ne û 4 Milyon biker li Îranê hene.

“Mêhr” Eşkere dike ku “Hacî Ismaîlî” daxuyandiye: niha 25 ji sedî Kedkarên ne Dewletî, ji 389 Hizar û 700 Tumenan Kêmtir dahat hene ku ew Yek bi dijîtiya Yasaya Kar e.

Rewşa Abûriya Xelkê ne baş e û Xamineyî jî di hevdîtinekî de tewlî Ehmedî Nejad got dive Abûriya welat baş bibe.

Xamineyî, nebûna Amarek yekdeng, di sedema nebûna hevdengî û hesta Berpirsyartioyê di Berpirsan de dizane.

Hijmara Hêzên Kedkar 10 Milyon kes e ku ew Du hindî Hêzên Leşkerî û Memleketî ye.