Rewşa giştî a kolberekî Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de nebaş e

17:39 - 8 Îlon 2020

Rewşa giştî a kolberekî Kurd yê bi navê “Seîd Îzet Tahirî” kurê “Rehman” xelkê bajarê Pîranşehrê ku di encama teqeyên hêzên leşkerî yên hikûmetê de bi awayekî dijwar hatibû birîndarkirin, di benda bêhdarî a girtîgeha bajarê Urmiyê de rewşa wî dijwar hatiye ragihandin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, ew kolberê Kurd 25 roj beriya niha di dema kolberiyê de, li gundê “Qelereşe” a ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema teqeyên hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibû birîndarkirin û piştre hatibû binçavkirin.

Herwisa vê çavkaniyê ragihand: “Ew kolbere bi sedema veneguhastin bo nexweşxaneya derveyê girtîgehê û pêrenegihîştin bi dosiya wî, dest avêtiye bi gereva birçîbûnê.

“Seîd Îzet Tahirî” niha di benda bêhdarî a girtîgeha bajarê Urmiyê de ye û berpirsên wî girtîgehê ji derheq daxweziyên wî kêmtirxem in.