Rewşa Girtiyek Siyasî ê Kurd nebaşe

16:02 - 31 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:Rewşa saxlemiya girtiyek siyasî ê bi darvekirinê hatiye mehkûm kirinê seva xwînrêjiyê nebaşe.

Li gori nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, Elî Efşarî zîndaniyê siyasî ê Kurd ku bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin û di zîndana Urmîyê de hatiye destbiser kirin, seva teqeya hêzên rijîmê li dem girtinê de %30 ji endamên leşê wî kar nakin û tûşê çilk û xwînrêjîyê hatiye.

Elî Efşarî piştî binçav kirinê ,di encama lêdana hêzên Îttlatî ên Îranê çendîn car tûşê xwînrêjî û bêhişîyê hatiye.
Girtiyê han di berwar 11’ê Hezîran a 2011’an seva kûr bûna birînan jibo Bêhdariya girtîgehê hatibû şandin û piştî rojekê disan jibo Îdareya Îttlatê hatibû vegohastin.

Her wiha di berwar 22’ê Çiriya Pêşîn a 2011’an seva têkçûna rewşa saxlemiyê jibo Nexweşxaneya bajarê Urmîyê hatibû şandin û piştî derman kirinê jibo girtîgehê hatibû vegohastin.

Di meha Çileya Pêşîn a sala 2012’an Elî Efşarî li gel 3’ê birayên xwe ên bi navê:Hebîb,Cefer û Welî Efşarî ji aliyê hêzên Îttlatî hatin girtin û piştre Elî û Hebîb Efşarî ji aliyê dozgeriya bajarê Mihabadê bi sûça “Şer tewî Xwedê”û piropagende jibo partiyek Kurdistanî, bi darvekirinê hatin mehkûm kirin ku paştire ji aliyê çiqa 33’ê a Serdozgeriya bajarê Urmîyê ev hikûme hate piştrast kirin.

Ji aliyek din 2’ endamên malbata Efşarî bi navên : Cefer û Welî Efşarî”her yek bi 5’salan girtîgehê hatin mehkûm kirin û niha di zîndana bajarê Urmîyê hikûmê xwe derbas dikin.