Rewşa 4 hepsiyên girtîgeha bajarê Urmiyê, di nexweşxaneya “Taliqanî” de nebaş e

18:42 - 13 Nîsan 2020

Rewşa Çar hepsiyên tûşbûyî bi Koronayê yên bi navên “Ekber Nûrî, Siyaweş Mûsazade, Ramîn Husênzade û Se`îd” di nexweşxaneya “Taliqanî” a bajarê Urmiyê de xirab hatiye ragihandin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew çar hepsiyane di bendên 4-3 a girtîgeha bajarê Urmiyê de ne, ku bi sedema xirabiya tendirustî ya wan di nexweşxaneya “Taliqanî” li bexşa “ICU” di bin çavedêriyê de ne.

Herwisa wê çavkaniyê got, çar hepsiyên din bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane ku nasnameya yek ji wan yê bi navê “Enwer” di benda 4-3 girtîgeha bajarê Urmiyê de hatiye zanîn.

Di heyamên derbasbûyî de, 50 kes ji hepsiyên bendên 15, 3-4 ên girtîgeha bajarê Urmiyê li ser biryara lêpirserê girtîgehên parêzgeh, bo ceribandina Koronayê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.