Rewşa 2 çalakên Xwendekarî li Merîwanê nerohne

15:59 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: rewşa du çalakên Xwendekariyên Kurd, xelkên Merîwanê ku li çar rojan berî niha ve hatine binçavkirin, heya niha ne eşkere ye.

Pêka Rapara Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, Ubeyd Zarê’î û Elî Tase, 2 çalakên Xwendekarî, êvariya roja şembê berwarî 17’ê pûşperê li şûna karê xwe wate li “Kafîneta Roj” hatine binçevkirin û piştî pişkinîna cihê karê wana, dest bi ser Kampyoterên wana de hatiye girtin û ev 2 Welatî, ji aliyê Hêzên Ewlehî ve radestî Idareya Itila’at hatine kirin.

Heya niha sedema dest biserkirina wan 2 çalakên Xwndekarî ne eşkere ye.

Nûçegihanê Kurdpa, pêka çavkaniyên haydar dibêje, heya demhijmêr 1’ê şevê, lêkolîn ji wan hatiye kirin û si’et 1’ê şevê, Hêzên Itila’atê ketine nava malên wan du girtiyan û piştî pişkinîna malên wana, 2 “Leptop”ên wan, hildane û ew kare bûye sedema nerazîtiya malbatên Ubeyd Zarê’î, Elî Tase.

Her wisa Hêzên Itila’atî, ji malbatên wan re gotine ku nabe biçin cihê karê wan bipişkine.

Li gor gotina malbata wan, ev 2 çalakên Xwendekarî li roja 19’ê pûşperê radestî Dadgeha Inqilaba Merîwanê hatine kirin û heya ragihandina vê nûçeyê, izna hevdîtina malbatên wana tevî wan nehatiye dayin.

Di çend heftiyên bihorî de û li çend Operasyonên cihê, 6 Welatiyên gundê “Nê”a bajarê Merîwanê hatine binçevkirin û radestî girtîgehê hatine kirin.