Revîna jimarik ji girtiyên girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan

12:38 - 25 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: jimarik ji girtiyên girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan, ku yekik ji wan girtiyê siyasiyê Kurd bûye, ji vê girtîgehê revîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniay Kurdap; roja Çarşema Borî, 30ê Rêbendan, jimarik ji girtiyên girtîgeha Dîzil Abad, li dema raguhastinê bi dadgeha inqilab, ji vê girtîgehê revîn.

Navê yekik ji wan girtiyan, (M.E.R) girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Ciwanro hatiye ragihandinê û navê wî girtiyê Kurd bal ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tê parastin.

Tê gotin ew girttiyane bi amanca ser ji nû dadgehî kirinê bi dadgeha inqilaba şarê Kirmanşan li rewşa raguhastinê de bûn ku li roja Çarşema heftiya borî, revîn.

Heya niha hejmara girtiyên revî ji girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan eşkere nebûye.