Revandina keçek xwandekar li Dîwandereyê bo bi sedema can jidest dana wê

17:57 - 30 Gulan 2022

Roja Înê 28`ê Gulanê keçek xwandekar,xelkê bajarê “Dîwandere”yê ya bi navê “Soma Rizayî” li bajarê “Sine”yê ji aliyê du kesan ve ku xwe bi rivînghilgir dabûne nasandin, hate revandin û piştî revandinê “Soma Rizayî” xwe li maşînê havêtiye xwar û canê xwe jidest daye.

Pêka çavkaniyek agehdar “Soma Rizayî” temen 34 salî keça “Enwer” li yek ji zanîngehên bajarê “Sine”yê, mijûlî domkirina xwandina xwe bûye, û di dema zivirîna bo cihê mana xwe li meydana “Girîze” a bajarê “Sine”yê ji aliyê du kesan ku xwe bi rivînghilgir dabûne nasandin hat revandin û bo ku xwe jidestê wan rizgar bike li pencereya maşînê xwe havêtiye xwarê û canê xwe jidest daye.

Serheng “Fatihî” polîsê Agehiya parêzgeha Kurdistanê ragihandiye, ew du ciwanên temen 19 û 20 salî ku sebebkarê can jidest dana “Soma Rizayî” bûne hatine binçavkirin û got: “Tawanbaran bi mebesta helgirtina rivîngan ew keç siwarî maşînê kiribûn lê, çimkî çûbûne kure rêyan wê keçê xwe ji maşînê havêtibû xwarê û canê xwe jidest daye.”