Reşkirina zimanê Kurdî li ser tabloya fermî ya zanîngeha Kurdistanê

18:31 - 21 Tebax 2021

Besîca xwendkarî ya zanîngeha Kurdistanê zimanê Kurdî li ser tabloya fermî ya zanîngeha Kurdistanê reşkirin.

Ew kiryara besîca xwendkarî li zanîngeha Kurdistanê bû sedema nerizayetiya çalakvanên xwendkarî li wê zanîngehê û heta niha berpirsên zanîngehê di wê derheqê de ti gotinek tinebûne.

dersa ziman û wêjeya Kurdî bo yekimîn car di Îranê de û li zanîngeha Kurdistanê ji sala 1394`an ve bi vergirtina 40 xwendkaran dest bi kar bû û tabloyên zanîngeha Kurdistanê bi du zimanê Kurdî û Farsî nivîsî bûn.

Berê, besîca xwendkariya zanîngeha Kurdistanê li derheq nivîsîn bi zimanê Kurdî li ser tabloyên zanîngehê bertek nîşandabûn.