Renge Mocahid Xelq a Îranê, bo dervay sînorên Îranê bêne veguhastin

12:29 - 10 Adar 2012
Kurdpa. NY bo çarserkirina birina bo derve ya endamên mocahidîn xelq ji raqê û bo welatek din destpêka sala 1391’ê de konferansekê birêve dibe.

Berpirsyarê nivîsîngeha komîsaryaya bilind ya penaberan a NY LI Bexdayê bi navê Kilêr Borjwa ragehandiye ku li 23’ê Adara 2012 bi armanca vê ku hinek welatan razî bi veguhastima Mocahidînan bo welatê wan bike, konfeansekê birêve dibe.

Hewlên NY di demekê de ne ku Meryem Recewî rêbera Şêvra Milî ya Moqawimetê ragehandiye ku endamên wan bo baştir e ku bi cihekê li ser sînorê Îraq û Ordonê bêne birin.

Hikumeta Bexdayê sala 2008 de kontrola Kempa Eşref ji hêzên DYA wergirt û daxwaz kir ku ta dawiya sala 2011 endamên Mocahidînê Xelq ji Îraqê bo derve bêne birin, lê piştre li ser daxwaza NY ew heyam hate dirêj kirin.

Li meha borî de li gorî pêka rêkewtinnameya navbera DYA û NY nêzîk bi 300 kesî ji endamên Mocahidînan bo Kempa Lîbirtî li nêzî Bexdayê hatin veguhastin, û li gorî daxuyaniyeke Mocahidînan di wan rojên borî de 400 kesên din jî bo wir hatin veguhastin da ku piştre bo welatek din bêne veguhastin.