REJÎMA SÛRIYE ÊRÎŞA SER DIBISTANÊN KURDÎ KIR

14:04 - 30 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Wezareta Perwerdê ya rejîma Sûriyê hişiyarî da û gefa girtina dibistanên Kurdî xwar.

Pêka rapora Melpera “Dengêifrînê” rejîma Sûriye gef ji Kurdan xwar û ji wan xwest zimanê Kurdî rakin û perwerde bi zimanê erebî bê dayîn.

Li gor jêderan hemî dibistanên seretayî ku di vekirina dibistanan de di qonaxa nû ya perwerdê de ji aliyê Kurdan ve kiribûn bi Kurdî, bêne rakirin û perwerde dubare bibe bi zimanê erebî yan jî dê heta pêncşemba bê dê dibistan ji aliyê Wezareta Perwerdê ve bêne girtin.

Îsal di destpêkirina qonaxa nû ya perwerdê de zêdeyî 20 dibistanên seratayî bi zimanê Kurdî dest bi perwerdê kiribûn û hemû dirûşme û sirûdên bi girêdayî Baasiyan hatibûn rakirin.

Hinek ji wan Dibistanan ji aliyê meclîsa Kurdî ve û hindek jî, ji aliyê Partiyên Kurdî ve hatibûn vekirin.