Rejîma Îranê berdewam e li ser îdama hemwelatiyên Kurd

13:43 - 2 Gulan 2012
Kurdpa: Piştî bilavbûna nûçeya bidarvekirina hemwelatiyek Kurd ê Urmiyê, du kesên din jî bi navên Riza Resûlî xelkê gundê “Kehrîz” ya herêma Enzelê û Mesîh Cewan xelkê gundê Nêrgê ya herêma Mirgewera Urmiyê li gel Çengîz Mihemedî hatin bidarvekirin.

Nasyar, xizm û kes û karên wan sê hemwelatiyan ragehandin ku îdama wan sê kesan pêwendî bi kirîn û firotina madên hişber ve heye.

Pêştir tenê nûçeya bidarvekirina Çengîz Mecîdî kurê Hacî Mihemed û xelkê Gulanka ser bi Enzela Urmiyê gihabû Kurdpayê, ku li girtîgeha Şahrûda Simnanê de hatibû bidarvekirin.