Rêjeya hişyariya Jîna Emînî sê ye

11:51 - 15 Îlon 2022

Rêjeya hişyariya Jîna naskirî bi (Mehsa) Emînî di encama lêxistina hêzên geşta îrşada hikûmeta Îranê ya li Tehranê de sê ye.

Roja Çarşemî 23`ê Xermananê Jîna Emînî naskirî bi Mehsa temen 22 salî û xelkê bajarê Seqizê di yek ji parkên bajarê Tehranê digel birayê xwe yê bi navê “Kiyareş” naskirî bi (Eşkan) digel lêxistina hêzên geşta îrşada rejîmê rû bi rû bûne û piştî lêxistinên tud û hovane yên hêzên rejîmê, Jîna tê biçavkirin û bo girtîgeha ‘Wuzera” ya li Tehranê tê veguhastin.

Emînî piştî çend demjmêran li girtîgeha “Wuzera”yê de bi sebeba lêxistinê, bi tundî birîndar dibe û tûşî derba mejî dibe û bo nexweşxaneya ‘Kesra” ya li Tehranê hatiye veguhastin.

Pêka gotina vê çavkaniya Kurdpayê, heta demjmêr 12`ê şeva Çarşemî Dixtoran rewşa Jîna Emînî gelek nebaş ragihandine û rêjeya hişyariya wê jî 3 ragihandine û herwisa li derheq çareserbûna rewşa vê bê hêvî ne.

Vê çavkaniya haydar îşare bi vê yekê jî kiriye ku, dêv û bavê Jîna digel keçika xwe li nexweşxaneya “Kesra” de ne û ev nexwşxaneya bi tundî di bin çavdêriya hêzên întizamî û hêzên ewlehî de ye û herwisa hêzên ewlehî ji vê malbatê re hişdarî dane ku nabe digel ti medyayekê li derveyî welat gotûbêjan encam bidin.

Herwrisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku Kiyareş Emînî birayê Jîna Emînî jî li dema binçavkirina xwîşka xwe de, ji aliyê hêzên Geşta Îrşadê ve rastî lêxistinê hatiye.

Jîna Emîn temen 22 salî digel malbata xwe rûniştiyê bajarê Seqizê ne û navbirî digel malbata xwe bona riwîtiyê serdana Bakûrê Îranê kiribûn û piştî vegeriyan li wir roja Çarşemî 23`ê Xermananê, serdana Tehranê kiribûn û di yek parkên wî bajarî de rastî lêxistina hêzên geşta Îrşadê hatiye.