Rêjeya binçavkiriyên bajarê Mehabadê yên di heyama vê heftiyê de bûn bi 6 kes

19:03 - 17 Tebax 2022

Roja Sêşemî 25ê Gelawêjê, welatiyekî din yê bi navê “Luqman Behramî” kurê “Mihemedemîn”xelkê gundê “Qereşilax” yê girêdayî bajarê “Mehabad”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşkirin li ser mala navbirî û ew welatiyê Kurd binçavkirin.

“Luqman Behramî” piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hat veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Bi hesabkirina wî welatiyî, rêjeya binçavkiriyên bajarê Mehabadê yên li heyama vê hefteyê, heta roja Sêşemî 25ê Gelawêjê gihîştiye bi 6 kesan.