“Rehmetullah Salihiyan” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin

17:23 - 5 Gulan 2022

Roja Duşemî 12`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Rehmetullah Salihiyan Yazîbilaxî” xelkê gundê “Yazîbilaxî” yê girêdayê bajarê Seqizê bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

“Rehmetullah Salihiyan” di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 27`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, ew welatiye ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 14`ê Sermaweza sala 1400`an a Rojî, “Rehmetullah Salihiyan” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê ji bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.