“Rehman Rehîmpûr” piştî bi dawîhatina heyama girtîgehê hate azadkirin

17:12 - 18 Kanûna pêşîn 2021

Di heyama rojên derbasbûyî de, “Rehman Rehîmpûr”, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê, piştî bi dawîhatina heyama girtîgehê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî roja Şemî 12`ê Pûşpera îsal bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

“Rehman Rehîmpûr” bi tohmeta “piropagende li dijî nizam di rastaya berjewendiya yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê de”, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi 10 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê roja Çarşemî 12`ê Sermaweza sala 1399`an bi rê ve çûye û roja Çarşemî 19`ê Sermaweza sala 1399`an ew cezaye bi navbirî re hatibû ragihandin.

Roja Çarşemî 22`ê Gelawêja sala 1399`an, “Rehman Rehîmpûr” li parka “Lale” ya ser bi bajarê Seqizê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.