Rehman Es`edî bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:57 - 7 Çirriya pêşîn 2021

Roja Duşemî 12`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Rehman Es`edî” kurê “Mehmûd” û xelkê gundê “Allyawê” ê ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Navbirî bi danîna barimteyê bi awayek demkî heya dema dadgehîkirinê hate azadkirin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de, li “çavpêkevtin digel malbata xwe û destpêraghîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, “Rehman Es`edî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Rehman Es`edî” de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nine.