Rêgirî ji raguhastina jine hewsiyik siyasiyê Kurd bi girtîgeha şarê Mako

12:04 - 13 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Zeyneb Celaliyan ji aliyê berpirsên girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşan û senterên asayişê, rêgirî ji çona vê bi girtîgeha sêntrala şarê Makoyê kirin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Zeyneb Celaliyan, girtiya siyasiya Kurd ku midê zêdetir ji 5 salane li girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşanê deye, heya niha bi caran daiwa raguhastin bi girtîgeha Mako kiriye, lê ev xwesta ji aliyê senterên girêdayî hatiye red kirinê.

Ev xebatkara siyasiya Kurd li sala 1386ê de li şarê Kirmanşan hate girtin û li vê demê heya niha mafê hevdîtin tev binemala vê, pê nedane.

\"17796.jpg\"
Zeyneb Celaliyan, girtiya siyasiya Kurd li girtîgeha Dîzil Abada Kirmanşanê
Li vê barê de nûçe gihaniya HRANA weşandiye; Zeyneb Celaliyan ji aliyê berpirsên asayişa girtîgehê ketiye bin bandorê û mideyik pêş niha de ku tûşî nexweşiyê bibû, derfeta çareser kirinê li derî girtîgehê pê nedabûn.

Tê gotin jêpirsên asayişê ji Zeyneb Celaliyan xwestinen ku Gere eşkerekariyan(Êitraf) televizyonî bike.

Ev xebatkara siyasî paşî girtinê bi tawana “ Moharêbê(Şer tev Xwedê)” û endametî li yekik ji partiyên Kurdî, hukmê sêdaredanê jêre birîn û paşî ev hukum bi hewsa hetayî hate guhartin.