Rêbwar Çarikdarî bona cîbicîkirina cezaya wî, bo girtîgeha Şinoyê hat veguhastin

18:17 - 26 Gulan 2022

Roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê, Welatiyê Kurd ê bi navê “Rêbwar Çarikdarî” piştî gazîkirina bo dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê hate binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê wî, bo girtîgeha wî bajarî veguhastin.

Ew welatî ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a Şinoyê bi serokatiya dadwer “Rezayî” û bi tohmeta “Endambûn û hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd”, bi salek girtîgehê hate cezadan û ev hukim jî roja Sêşemî 6`ê Xakelêweyê ji navbirê re hatibû ragihandin.

Cezayê girtîgeha Rêbwar Çarikdarî piştî nîşandana nerazîbûna wî, bo 9 meh girtîgehê hate kêmkirin.

Ew welatî li roja Dûşemî 11`ê Gelawêja sala 1400`an a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bêpar kiribûn.

Roja Sêşemî, 2`ê Xermanana sala 1400`an a Rojî, Rêbwar Çarikdarî bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî heta dema dadgehîkirinê bi awayê demkî hatibû azadkirin.