“Rêbiwar Ebdullahî” çalakvanê kedkariyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

17:55 - 2 Şibat 2022

Roja Yekşemî, 10`ê Rêbendanê, “Rêbiwar Ebdullahî” çalakvanê kedkariyê xelkê bajarê “Sine”, piştî derkeyina li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew çalakvanê kedkariyê binçav kiribûn, roja Sêşemî 12`ê Rêbendanê, piştî lipeyketin berdewam û serdana malbata wî çalakvanê kedkariyê,bo taya 2 a Lêpêçîna Dadgeha “Sin”e, ji malbata wî re hatiye ragihandin ku, “Rêbiwar” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi dijî wî çalavanê kedkariyê hatine sepandin, ti zanyariyek jiber dest de nîne.

“Rêbiwar Ebdullahî” endamê berê yê Komîteya Hevahenigî bo  Pêkanîna Saziyên Kedkarî bûye, herwisa li sala 1393`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê “Sine”yê ve bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “endamê Komîteya Hevahenigîkirin û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi salek girtîgeha “t`ezîrî” hatibû cezadan.