Raporek li ser kuştina jinek li Urmiyê li ser pirsa namûsî
Demjimêr 3ê sibêzûya roja Çarşemî, 3ê Tebaxê, jineka 28 sale ya xelkê gundê “Gengeçîn” li devera “Soma û Biradost” a girêdayê bajarê Urmiyê, ya bi navê “Işret Nîkxûyî”, keça “Cimşîd”, li ser pirsa namûsî ji aliyê kurmamên wê ve bi berdana benzînê agir berdanê û canê xwe ji dest daye.
Hûrdekarî û sedema kuştinê
Çavkaniyeke agehdar di hevpeyvînekê digel “Kurdpa”yê, ragihand: “Kurmamên “Işret”ê di kuştina wê de dest hebûne û li demjimêr 3ê sibêzûya roja Çarşemiyê, dest û pêyên wê girêdane û di hewşa bavê wê de benzîn li ser rijandine û agir berdanê.
Ew kuştina hovane li jêr navê “Parastina Namûs”ê de û li piştî belavbûna fîlma pêwendiya “Işret”ê digel kesekî xwedî jin û zarok yê bi navê “Zibêd” hatiye kirin.
Ew fîlm ji aliyê kesekî bi navê “Roşen C” kurê Fazil, yê xelkê gundê “Sînava” belav bûye ku bi awayekî veşartî ew girtevidiyoye tomar kiribû; Herwisa “Roşen” piştî tomarkirina wê girtevîdiyoyê, daxwaza pêwendiyê ji “Işret”ê dike ku bersiva wî nedaye û herwisa ji “Zibêd”, tevî vergirtina 20 milyon Tumen, daxwaza maşîna wî ya cora “Pêrşiya”yê dike ku Zibêd bersiva wî nedaye û ew piştre wê girtevîdyoyê belav dike.
Fîlm li Payîza îsal hatibû tomarkirinê û 6 roj berî şewitandina “Işret”ê di nav torên civakî de hatibû belavkirin.
Piştî belavbûna wê fîlmê, hevjînê “Işret”ê yê bi navê “Sidîq Giramî” bi awayê meslihetî ji wê cuda bibû û “Işretî” jî zîvirîbû bo malbaba xwe.
Termê şewitî yê “Işret”ê niha li “Pizîşkiya Yasayî” de ye.
Heta niha di vê derheqê de ti kesek nehatiye binçavkirin
Zaniyariyên zêdetir li ser jiyana “Işret Nîkxûyî”:
“Işret Nîkxûyî”, temen 28 sal, dayîka 3 zarokan bû ku yê herî biçûk temen 2 salî ye û yê herî mezin temen 12 salî ye.
“Işret” a xelka gundê “Gengeçîn”ê bû ku li gundê “Sînava” di devera “Soma û Biradost” de zevicî bû.
“Îşret” di bin temenê 18 saliyê de digel kesekî bi navê “Sidîq Giramî” zevicî bû
Bav û Birayên “Îşret”ê hemûyan koça dawî kirine.
Belavbûna nûçeya kuştina dûr ji mirovahiyê ya wê jinê li Urmiyê, berteka piraniya çalakvanên medenî û ragihandinan li derheq wê kuştina hovane û bêdengman di hember wê kuştinê de li pey xwe ve aniye.
Li derheq kuştina jinan, dema ku bo pirsa parastina heya û şerefa malbatê be, wekî “qetlên namûsî” têne hisêb. Kiryarên wekî “xweparastin li zevaca bi zorê, qurbanîbûn li desdirêjiya cinsî” telaq wergirtin, pêwendî digel zayenda din, birêvenebirina ferman û yasayên malbatê û …” dikare şerafet û heyaya malbatekê lekedar bike û rêpêdanek wekî “qetla namûsî” be bo qatilan.
Pêka amarên tomarkirî li “Navenda Amar a Saziya Mafê Mirov a Kurdpa”ê, ji destpêka sala 1399an ve bi gelemper li Rojhilatê Kurdistanê de 15 jin bi sedema pirs;n namûsî, pirsgirêkên malbatî û … hatine kuştinê ku û heta niha bona navenda “ Kurdpa”yê rohn bûye ku 5 jin li ser pirsa namûsê hatine Kuştin.
Berhevanîn: Evîn Mistefazade