Raporek li derheq rewşa girtiyekî siyasî li girtîgeha bajarê Kamyaranê

18:28 - 8 Tebax 2021

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, girtiyê siyasî yê Kurd “Raşid Muntezêrî” û xelkê bajarê Kamyaranê, bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha wî bajarî hatiye veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew girtiyê siyasî di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê wergirtin murexesiyê hatiye pêparkirin.

Ew welatiye li meha Rêbendana sala 1399`an ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha ragirtî û 2 sal girtîgeha te`izîrî bi hejmarkirina rojên berê yên binçavkirina wî, hate cezadan.

4 meh ji 2 sal girtîgeha te`izîrî ya “Raşid Muntezêrî”, piştî (teslîm bi re`î) hate kêmkirin.

Navbirî roja Şemî 15`ê Befranbara sala 1397`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Kamyaranê hatibû veguhastin û li meha Banemera sala 1398`an, bi danîna barimteyê heta dema dadgahîkirina wî bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Hewjîna wî girtiyê siyasî“Nahîd Kemanger”, li roja Duşemî 14`ê Pûşperê, piştî gazîkirin wê bo îdareya Îtila`ata bajarê Kamyaranê hatibû binçavkirin û piştî ragirtina demkia wê di girtîgehê de, bo “kanûna îslah û terbiyet”a bajarê Sineyê hatiye veguhastin.