Rapora tevavker\ Binçavkirina welatian li bajarê Banê û mifahvergirtin ji Dironan bo girtin û nasina welatiyên binçavkirî

17:37 - 12 Çirriya paşîn 2021

Roja Pêncşemî 20ê meha Xezelwerê, 15 welatiyên Kurd bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Baneyê hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li bajarê Baneyê, nasnameya wan binçavkiriyan wiha ragihandiye: “Refîq, Selah, Wefa, Kerîm, Luqman, Bêhzad, Ebûbekir, Ferhad, Ferzad, Ehmed, Erselan û kamran Pizîşkî, Seîd Reşîdî, Osman Mihemedpûr û Cemal Morvetî”.

Nûçegihanê Kurdpayê di rapora xwe de ragihand: “Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî, êrîşî li ser mala wan welatiyan li gundên “Nicnê, Çoman, Kewpêç û Nemşîr” ên girêdayê bajarê Baneyê kirine. Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan de bêrêzî bi wan kirine û reftareke tundûtij digel wan binçavkiriyan hebûne”.

Çavkaniyeke agehdar li derheq binçavkirina wan welatiyan de bo Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya“Kurdpa”ê ragihandibû: “Hêzên ewlehî bo girtin û naskirina wan welatiyan ji “Diron”an mifah vergrtibûn; Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan welatiyan de, azara malbatên wan jî dabûn”.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan welatiyan de hewla vekolîna malên wan jî dane û alvên wan yên kesîn wekî “leptop, kamêra, mobayl û kitêb”ên wan zewt kirine.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedemên binçavkirin û tohmetên sepandî li ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan ti zaniyariyeke serast li ber dest nîne.