Ramîn Ramîn bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin

18:22 - 18 Îlon 2021

Di heyama Çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ramîn Ramîn”, xelkê gundê “Qarnê” yê ser bi bajarê Nexedeyê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatiye veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de, ji “mafê hebûna parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” bêpar bûye.

Ramîn roja Çarşemî 10`ê Xermananê, tevî 4 welatiyên din ên bi navên “Es`ed Ramîn, Xalid Ramîn, Dawûd Rehîmî û Serdar Ramîn” , bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.