“Ramîn Fatêhî” yek ji binçavkiriyên serhildana seranserî canê xwe ji dest da

16:47 - 22 Çirriya pêşîn 2022

“Ramîn Fatêhî” kurê Baqir û xelkê bajarê Sineyê yek ji binçavkiriyên serhildana seranserî di girtîgeha Wezareya Îtila`atê de canê xwe ji dest da

“Çiyako Fatêhî”, birayê Ramîn li gotûbêjekî digel “Kurdpa”yê tevî piştrastkirina nûçeya canjidestdana birayê xwe li girtîgehê, got: Roja Înê 29`ê Rezberê bi malbata me re ragihandin ku Ramîn di girtîgehê de bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest daye.

“Çiyako Fatêhî”, tevî redkirina îdi`aya hêzên ewlehî li derheq xwekujiya Ramîn da zanîn ku ji rêya çavkaniyeke cihê baweriyê ve hatin agehdarkirin ku Ramîn bi sedema îşkenceya dijwar a hêzên ewlehî canê xwe ji dest daye û hêzên ewlehî termê Ramîn bi bê agehdarkirina malbata wî li goristana Mihemedî ya bajarê Sinê bi axê spartine.

Herwisa navbirî got: Hêzên ewlehî telefonên endamên malbata Fatêhî zevt kirine û gef ji wan xwarin ku li wê derheqê xwe ji hevpêvîn digel medyayan biparêzin.

Di dawî de “Çiyako Fatêhî” da zanîn: Hêzên ewlehî herwisa gef ji malbata navbirî xwarine ku wan mafê birêvebirina rêûresma sersaxiyê nîne.

Roja 21`ê Rezberêç “Ramîn Fatêhî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hatibû veguhastin.

“Rada Fatêhî û Vurya Fatêhî” xwîşk û birayê “Ramîn Fatêhî” ji aliyê hêzên ewlehî hatin binçavkirin û heta niha ti zanyariyek li derheq cihê ragirtin û qedera wan ber dest nîne.