Ragirtina “Mihemed Huşengî” li odeya take kesî hêj berdewam e

17:22 - 7 Adar 2022

Çalakvanê Kurd ê ragirtî li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê “Mihemed Huşengî”, heyama 13 rojan e ku di odeya take kesî de ye. 

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye li heyama ragirtin di odeya take kesî de ji peywendiya telefonî û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Rewşa tendirustiya Mihemed Huşengî piştî gireva birçîbûnê nebaş e”.

Ew çalakvanê Kurd roja Şemî 7`ê Reşemê di çaremîn roja gireva birsîbûna xwe de, li ser biryara berpirsên girtîgehê, bo odeya take kesî hate veguhastin.

“Mihemed Huşengî”, xelkê bajarê “Ciwanro”yê li derheq dijayetîkirina îtila`ata Spahê digel azadkirina wî ji girtîgeha bajarê “Urmiyê” Ji roja Sêşemî 3ê Reşemeyê ve, dest avêtiye gireva birsîbûnê.

Di dawiya meha Rêbendanê de taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi malbata wî çalakvanê Kurd re ragihandibûn ku biryara binçavkirina demkî ya navbirî bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî hatiye guherîn.

Piştî serdana bi dom a malbata Hûşengî ji bajarê Ciwanroyê bo bajarê Mihabadê û cîbicîkirina karên îdarî yên dabînkirina barimteyê bona azadkirina kurê xwe, dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi wan re ragihandiye ku bi sedema dijayetîkirina Îtila`ata Spahê û dirêjedan bo lêpirsînan, ew nayê azadkirin.

“Mihemed Huşengî” li 21ê Befranbara sala 1399an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê “Tehran”ê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

“Mihemed Hûşengî” piştî 6 mehan li odeya take kesî ya girtîgeha Îtila`ta Spahê mabû, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.