Qirkirinên siyasî û sivîl li Îranê

19:53 - 9 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya zext û givaşên hikûmeta Îslamiya Îranê ser karkeran, du çalakvanên karkerî ên Kurd, ji aliyê dezgeha qezayî a wî welatî ve hatin binçavkirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du rojan(7’ê adara 2015’an), Mohemmed Ebdîpûr li Seqiza ser bi Sineya rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat bankirn; ket ber lêpisînan û gef lê hatin xwerin.

Ew çalakvanê Kurd bi boneya lidarxistina merasîma 8’ê Adar roja jinên cîhanê, belav kirina poster û tiraktan li ser pirsgirêkên karkeran û her wiha serdana zindaniyekî azadbûyî li girtîgehê ê bi navê Efşîn Nedîmî, bo îdareya ewlekarî (Îtilaat) a bajrê Seqizê hat bangkirin.

Ji aliyekî din ve her di wî heyamî de (7/3/2015’an), Korûş Bexşende – çalakvanê karkerî yê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlekarî ên bi kincên şexsî ve hat binçavkirin û ber bi cehekî nediyar ve hat şandin.

\"25281.jpg\"
3 çalakvanên Kurd ên binçavkirî Mohemmed Ebdîpûr Korûş Bexşende û Pêşewa Salihzade
Tê gotin, hêzên bi cil û bergên şexsî, çûn nav mala Korûş û piştî lêgerîn û vekolînê ew ligel xwe birîn.

Herwiha Pêşewa Salihzade, welatiyê Kurd ê Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, piştî 11 roj binçav kirinê, bo zindana navendî a Urmiyê hat veguhestin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û cûneya tometa pêşewa Salihzade, aghiyek bidest neketiye.