QIRKIRINA KURDAN DIÇE PARLEMÊNTA TURKIYEYÊ

14:36 - 17 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Duh li Parlemêntê civîna bûyera Qilebanê heye. Komisyon dê biryara temam an jî dewamkirinê bide.

Li gor malpera “Xeberenkurdi”, Komisyona jêrîn di meha Çile de hatibû damezrandin û ji saziyên fermî agahiyên di deste wana xwestibû. Endamên komisyonê dîmenên heronan temaşe kiribûn. Wekîlên mixalefetê gotin kesên di dîmenan de xwiya dikin ku qaçaxçîtî ne. Parlamenterên hikumetê jî gotin ev ne eşkere ye.

Sererkaniyê şûna belgeyan 7 pelê agahdarîkirinê şandibû.

Tê çaverêkirin ku komisyon dê îro biryara xwe eşkere bike. Endamên BDPî pêşniyareke dan ku ji herêma Kurdistan jî agahî û belhe bên standin. Komisyon seet 11:00 de bicive û dê biryara temam an jî dewamkirinê bide.