qetlîameke din a li dijî Kurdan derkete holê

14:30 - 13 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: General Mustafa Muglaliyê ku bi qetlîama \"33 Gule\" tê zanîn, di Cotmeha 1944 an de, li gundê Qaraxanê (Karahan), ku di navbera Muradiye û Erçişê de ye, qetlîameke din kiriye. Di ev qetlîama ku heta niha veşartî maye de 50 gundî hatine qetilkirin.

Di heyama yek partîtiyê de (CHP) generalê ku li Zîlanê qetlîam li dijî Kurdan pêk anîbû Mustafa Muglali, piştî 10 sal Qetlîama Zîlanê dişînine Wanê. Peywira wî, qaşo astengkirina qaçaxçitiya di navbera Wan û Îranê de ye. Muglali, di 30ê Tirmeha 1943 an de li navçeya Wanê Ozalpê, bi hinceta \"qaçaxçitî kirine\" 33 gundiyan qetil dike. Di wê qetlîamê de tenê mirovek sax difilite lê ew jî bi salan ji ber dijwariya qetlîamê nikare bipeyive. Ew qetlîama \"33 Gule\" di sala 1950 an de, di heyama Partiya Demokrat de tê lêpirsîn û qetlîamker Muglali cezayê 20 sala digre.
Sal û nîvekê piştî qetlîama 33 Gule, vê carê li gundê bi navê Qaraxan (Karahan) qetlîamek pêk tê. Li gundê Qaraxanê gundî tenê debara xwe bi bazirganiya sînor dikin. Qasî 50 kîlometre diçin aliyê Îranê, çay, şekir û xurekan tînin û di bin destan de difiroşin ku xwe xwedî bikin. Leşkerên li Muradiyê, diçin ku bavêjine ser gundê Qaraxanê. Gundî ji serdagirtina leşkeran a gund haydar dibin û bilî yekî hemû gundî Qaraxanê terk dikin. Pirraniya gundiyan diçine cem gundên derdorê yên xizmên xwe. 50 gundî jî berê xwe didine Çiyayê Esruk û Newala Zîlan a ku çûyin û hatin hatiye qedexekirin. Li gund tenê gundiyê bi navê Hesen dimîne û ew jî xwe li aşê gund vedişêre.

Leşker, berê xwe didine Newala Zîlan û li wê herêmê operasyona leşkerî lidardixin. Ji wê rojê şûnda, careke din ji ew 50 gundiyên Qaraxanê yên ku xwe spartine Newala Zîlan xeber dernakeve.

Gundiyê bi navê Hesen, piştî 3 roja ancax dikare ji aşê xwe lê veşartiye derkeve. Berê xwe dide Newala Zîlan. Hemû gundiyan li kûriya newalê kuştî dibîne. Ti kes ji qetlîamê sax nefilitiye û hemû ji aliyê leşkerên dewleta Tirkiyê û bi fermana general Mustafa Muglali hatine kuştin.

Hesen deraxî rojekê dimeşe û xwe digihîne Ercîşê. Xebera qetlîamê belavî herêmê dibe. Kurdên ku bi qetlîama Zîlan û a 33 Gule çav tirsiyane, newêrin biçine Newala Zîlan ku termê qurbaniyan bigrin.

Li gorî hin kesan, Hesen ji ber vê qetlîamê ji qehrê dimire. Li gorî hin kesan jî, şahidê Qetlîama Qaraxanê Hesen tê kuştin.

Ji ser vê Qetlîama Qaraxanê re 70 sal derbas bûye û ne qetlîam hatiye berçavkirin û ne jî berpirsyarên qetlîamê hatine darizandin. Gundiyên ku ji vê qetlîamê haydarin jî, heta roja îro û ji wan gellek hîn jî, ji ber tirs û xofa ku dewletê xistiye hundirê wan, bêdeng in.

çavkanî: AVESTA KURD