Qedera Yûsif Rehmanî girtiyê Kurd nexuya ye

18:29 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

 “Yûsif Rehmanî” xelkê bajarê “Şino”yê, di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” de hepsiye û li derheq qedera wî ti zanyariyek serrast ji ber dest tune ye.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirina de ti pêwendiyek telefonî digel malbata xwe tunebûye û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Herwisa çavkaniya agehar behsa vê yekê jî kiriye ku, rewşa tendûristiya wî welatiyê Kurd nebaşe û nexuyabûna qedera wî bûye cihê nîgeraniya malbata wî.

Roja Çarşemî 22ê Pûşperê “Yûsif Rehmanî” xelkê gundê “Xorişt” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha ewlehî a bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.