Qedera yek ji desteserkiriyên meha Xezelwerê di bajarê Merîwanê de heya niha nexuyaye

17:03 - 15 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî desteserkirî yê xelkê bajarê Merîwanê di meşa kombûna nerizayetiyên meha Xezelwerê de hatibû desteserkirin, Qedera wî heya niha nexuyaye.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şaram Şakirî”, xelkê bajarê Merîwanê ku di meşa kombûna nerizayetiyên meha Xezelwerê de hatibû desteserkirin, qedera wî heya niha nexuyaye.

Bi gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtila`atê heya niha li dana zaniyariyên serast li derheq rewşa wî welatiyê Kurd, xwe dûr girtine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got, ku ew welatiye di heyama desteserkirina xwe de, li destpêregihîştin bi parêzer û milaqat digel malbata xwe bê par bûye.

“Şaram Şakir” di meşa kombûna nerizayetiyan yên bi sedema bilindbûna nirxa benzînê di bajarê Merîwanê de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hatibû desteserkirin.