Qedera “Xebat Weysî” hêj nexuya ye

17:33 - 15 Şibat 2022

Welatiyek Kurd ê bi navê “Xebat Weysî” kurê Ebdullah û xelkê gundê “Gulçêr” yê girêdayê bajarê Merîwanê ku zêdetir ji du heftî beriya niha hatibû binçavkirin, hêj ji qedera navbirî ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd li girtîgeha Îtila`ata Spahê ya bajarê Merîwanê di bin lêkolînê de ye û di heyama binçavkirinê de du car digel malbata xwe peywendî girtiye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Xebat Weysî” di heyama binçavkirinê de ji destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî welatiyê û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî binçav kiribûn.

Hêzên ewlehiyê dest bi ser telefona şexsî ya “Xebat Weysî” û bavê wî de girtibûn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li ser wî welatiyê de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Ebdullah Weysî bavê Xebat Weysî jî, 29`ê Pûşpera sala 1398`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 16`ê Xezelwera hemen salê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin.