Qedera “Xebat Fedayî” nexuya ye

17:57 - 21 Çirriya pêşîn 2022

“Xebat Fedayî” piştî 25 roj ji binçav kirin, heta niha qedera navbirî li girtîgeah Êvînê nexuya ye û di vê heyamê de, tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe girtiye.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi ajanda “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew hunermendê Kurd li heyama binçavkirinê ji mafê hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin û malbata navbirî ji aliyê hêzên ewlehî ve di bin givaşên tund de ne.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn ku hêzên ewlehî maşîn, perê hesaba bankî ya wî û hevjîna navbirî zevt kiriye.

Çavkaniyeke agehdar a “Kurdpa”yê bas ji wê jî kir ku hemû rojê hevjîna “Xebat Fedayî” serdana girtîgeha Êvînê dike, bona agehdarbûn ji qedera hevjînê xwe, lê wezîfedarên girtîgehê bêrêziyê bi wê dikin.

“Xebat Fedayî” xelkê gundê “Boriyer” ê girêdayî bajarê Sewlava û rûniştiyê bajarê Tehranê ye û ji rêkevta 4`ê Rezberê ve, li bajarê Tehranê hatiye binçavkirin.