Qedera welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê piştî binçavkirinê hêj nexuya ye

17:32 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2021

Qedera welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîn Îranîzade” Kurê Nasir û xelkê gundê “Qasimlo” ê ser bi bajarê Urmiyê, piştî binçavkirinê hêj nexuya ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevî lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bo navendên ewlehî, hêzên ewlehî ji bersivdaneke serast li derheq qeder û rewşa giştî ya navbirî xwe diparêzin.

Herwisa wê çavkaniyê eva jî daye zanîn: “Emîn Îranîzade” di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştin bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” hetiye bêparkirin.

Roja Duşemî 14`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiye binçav kirin û navbirî bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastine.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Emîn Îranîzade” hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.